PeyamaKurd - Serokatiya Dozgeriya Giştî ya Herêma Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, mexdûrên komkujiya enfalê qerebû bike.
Serokatiya Dozgeriya Giştî ya Herêma Kurdistanê, bi helkefta 32yemîn salvegera komkujîya enfalê, peyamek belav kir û tê de got, rêjîma wê demê ya Iraqê li ber çavên dewletên mezin û cîhanê û saziyên mafên mirovan, komkujî û tevkujiya enfalê li dijî gelê kurd pêk anî.
Serokatiya Dozgeriya Giştî ya Herêma Kurdistanê da zanîn ku sûcê gelê kurd tenê kurdbûn bû, ji bilî wê yekê ti guneheki gelê kurd nebû, ji ber wê jî rastî hovanetirîn komkujî û êrişên rêjîma Beasê hat.
Serdozgeriyê bang li hikûmeta Iraqê kir ku di demek kurt de malbat û mexdûrên enfalkiriyan qerebû bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin