PeyamaKurd - Li bajarê Silêmaniyê jinekê ji ber nexweşiya koronayê jiyana xwe ji dest da.
Berdevkê Tendirustiya Silêmaniyê Yad Neqişbendî, ragihand, jineke temen 65 salî bi vîrusa koronaya nifşê nû (Covid-19) jiyana xwe ji dest da ku îro pêketina wê jinê bi koronayê hatibû ragihandin.
Heta niha 121 kes li bajarê Silêmaniyê bi vîrusa koronayê ketine ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 92 kes jî baş bûne.
Li Herêma Kurdistanê bi giştî 325 kes bi vîrusa koronayê ketine, 145 kes baş bûne û 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin