PeyamaKurd – Li herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê otomobîla ku ji kontrola ajotvan derket, ket nav dukkana ser rê û 3 kesên di erebê de bûn jiyana xwe ji dest dan. Berpirsê tîma lezgîn ya rizgakirin û lêgerînê Saman Nadir ji bo Rûdawê ragihandiye ku:
“Otomobîla ku li ser kolana İbrahim Ahmed ji kontrola ajotvan derket, çû nav dukkanekî li ser rê. Di encama qezayê de 3 kes mirin.”
3 kesên ku di qezayê de can dan, ji Rojavayê Kurdistanê ne. Birayê xwediyê dukkanê ji bo Rûdawê gotiye:
“Ev dukkan ya birayê mine. Frênê otomobîlê teqiyan. Her sê kes jî mirin. Qey ji kar dadigeriyan. Li gor lêkolînê otomobîl bi 140/s bilez diçû.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin