Li 7 bajarên Anedolê teyrok û lehî jiyana xelkê şel kir

Li 7 bajarên Anedolê teyrok û lehî jiyana xelkê şel kir

PeyamaKurd – Li bajarên Anedolê li Ankara, Samsun, Bolu, Kastamonu, Karabük, Çankırı û Yozgatê baran, lehî û barîna terokê kir ku jiyana xelkê raweste.

Ji ber baranê avên newalan bilind bûn, kuçe û kolanên bajaran tije av bûn û li hinek deveran erebên xelkê ketin ber pêlên lehiyê. Araziyên çandiniyê zerarê dîtin, darên fêkiyan ku kulîlkan vekiribûn zerarê dîtin.

Li Samsunê li navça Havzayê ava newala Haci Osman bilind bû, erebe ketin ber pêlên lehiyê û av ket kargehan.

Li Karabükê li navça Eskipazarê avên newalan rabûn û araziyên xelkê zerarê dîtin.

Li Ankara li navça Bala jî ava newalan bilind bû û araziyên xelkê zerarê dîtin.