PeyamaKurd – Nûnerê Komara Îslamî yê Îranê yê li Neteweyên Yekgirtî (UN) Emir Said İrvani ragihand ku Îran sîlihan dide Hamasê û şiyanên şervanên Fîlîstînî pêş dixe.
Îrvanî ragihand ku ti têkiliya Îranê bi êrîşa 7ê Cotmeha 2023an tine, biryar ya Fîlîstîniyan bûye, Îran çekan dide Hamasê û şiyanên çekdarên Fîlîstînê pêş dixe.
Balyozê Îranê Îrvanî li ser Hûsiyên Yemenê jî axifî û got ku Îran çekan nade Hûsiyan û mudaxele bi biryara grûbên çekdar yên ku êrîşê dibin ser Amerîkayê û Îsraîlê nake. Îrvanî got:
“Tehran fermandariya şervanan nake lê bi wan re şêwrê dike. Hevkariya Îranê bi Cepha Îslamî ya Berxwedêr re weka hevkariya NATOyê heye.”
Baskê çekdar yê Hamasê Tûgayên Izeddin el-Qessem di 7ê Cotmehê de, serê siba êrîş biribû ser Îsraîlê û li gor rêjeyan 1.400 Îsraîliyan kuştibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin