Hûsî: Me bi mûsekan li kestiya DYAyê da

Hûsî: Me bi mûsekan li kestiya DYAyê da

PeyamaKurd - Hûsiyên Yemenê ku girêdayî rejîma Îranêne angaştin ku hêzên wan li Kendava Adenê, bi mûşekan êrîşî keştiya DYAyê 'Lewis B Puller' kiriye.

Berdevkê Leşkerî yê hêzen Hûsiyan Yehya Serî, di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya civakî X'ê de got ku hêzên wan li başûrê Yemenê, li Kendava Adenê li dijî keştiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) êrîş pêk anîne.

Serî diyar kir ku wan keştiya hêzên deryayî ya DYAyê 'Lewis B Puller' bi 'mûşekên deyyayî yên guncav' kirine armanc û got ku wan vê êrîşê ji bo piştgiriya gelê Filistînê û bersivdayîna êrîşên DYA û Brîtanyayê yên li dijî Yemenê pêk anîye.

Yehya Serî diyar kir ku ev keştiya DYAyê ku rastî êrîşa hêzên wan hatiye, di dema êrîşên DYA û Brîtanya yên li dijî hêzên wan de, ji bo hêzên DYAyê erka alîkariya lojîstîkî pêk aniye.

Serî got: "Heta êrîşên li ser Xezzeyê ranewestin û dorpêça Îsraîlê raneve em ê astengkirina keştiyên ku girêdayî Îsraîlê ne an jî diçin benderên Îsraîlê bidomînin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin