FBI: Dizîna daneyan a ji aliyê Çînê ve gihîstiye asta metirsiyê!

FBI: Dizîna daneyan a ji aliyê Çînê ve gihîstiye asta metirsiyê!

PeyamaKurd- Buroya Lêpirsînê ya Federal a Amerîkayê (FBI), ji bo raya giştî ya cîhanê ragihand ku Çînê ji gelemperiya hemû welatên cîhanê jî zêdetir, bi rêya platformên medyaya civakî daneyên mirovan dizîne. Bi rêya daxuyaniyê hat diyarkirin ku ev yek metirsiyeke mezin e.

Dîrektorê FBIyê Christopher Wray, di rûniştina Gefên Gerdûnî yên Komîteya Ewlehiya Hundirîn a Meclisa Nûneran de axivî û bal kişand ser desteserkirina  daneyên mirovan a ji aliyê Çînê ve.

Christopher Wray, di axaftina xwe de da zanîn ku pêşvebirê platforma medyaya civakî û TikTokê ByteDanceyê, di mijara dizîna daneyên mirovan de rê li ber metirsiyeke mezin vekiriye.

Wray, di agahiyên xwe de diyar kir ku dibe Çîn ji bo kontrolkirina daneyên bi milyonan mirovan, platformên wekî TikTokê bi kar bîne û da zanîn ku bernameya korsaniya kompîturê ya Çînê ku belav bûye, di cîhanê de ya herî mezin e û bi vê rêyê ji daneyên takekesî yên bazirganiya Amerîkayê û ji tomariya hemû dewletên cîhanê zêdetir dane dizîne.

Wray, bi berdewamî got,"Bi rastî jî di derbarê armanca ku tê xwestin de hin metirsiyên me hene û em jî van agahiyên ku li radarên me artilî ne, parve dikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin