PeyamaKurd – Rêveberê Îstîxbarata Brîtanî Jeremy Fleming di axaftinekê de diyar kir, şêwirmendên Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, derbarê stratejiya wî ya şer a "serneketî" li Ukraynayê, “ditirsin ku rastiyê jê re bibêjin.”
Fleming di axaftineka xwe ya li Zanîngeha Niştimanî ya Austuralya li Canberra de da zanîn: “Pûtîn di nirxandina êrîşa li ser Ukraynayê de şaşiyek pir mezin kir.”
Herwiha eşkere kir: “Me kêmbûna çekên leşkerên Rûsî û kêmbûna moralê wan dît, herwiha me dît ku çawa ew red dikin ku fermanan pêk bînin û alavên xwe têk didin û heta bi şaşî balafirên xwe jî dixin xwarê.”
Fleming destnîşan kir: “Heta ku şêwirmendên Putîn ditirsin ku rastiyê jê re bibêjin, divê tiştê ku diqewime û giraniya van hesabên xelet ji rejîma Rûsyayê re zelal be.”
Fleming di berdewamiyê de diyar kir, soza Moskowê ya vê hefteyê ya kêmkirina çalakiya xwe ya leşkerî li derdora Kîev û li bajarê Chernigov li bakurê Ukraynayê, nîşan dide ku ew neçar bûne lêvegereke bingehîn ji operasyona xwe ya leşkerî re bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin