PeyamaKurd Yazdeh xwEndekarên Kurd ku bi sedema ragirtina geştên esmanî, li welatê Macarîstanê asê mabûn, îro bo Başûrê Kurdistanê têne vegerandin.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê (YE), Dilawer Ajgeyî ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê wan 11 xwandekarên Kurd ku ji ber ragirtina geştên esmanî li Macaristanê asê mabûn, vedigerîne welat.
Dilawer Ajgeyî got, “piştî ku me bi rêya Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê peywendî bi Macaristanê û Romaniya re danî, asankarî ji wan xwandekaran re hat kirin û şeva borî ew gihîştin Bulgaristanê û îro ber bi Hewlêrê ve bi rê dikevin.”
Piştî belavbûna vîrusa koronayê, bi biryara desthilata firokevaniya sivîl a Iraqê, tevahiya geştên esmanî li balafirxaneyên Herêma Kurdistanê û Iraqê hatine rawestandin û tenê rê bi geştên şandên dîplomatîk, alîkariyên mirovî, her wiha geştên ajansên ser bi Netewên Yekgirtî (NY) û wan balafiran tê dan, ku hemwelatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ji derve vedigerînin welat.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin