PeyamaKurd – Berê navê yê payîtexta Kazakistanê Astana bû lê paşî navê serokkomarê berê yê Kazakistanê Nûrsultan lê danîbûn û guhertibûn. Niha car din ji nûh de serokkomarê niha Tokayev navê wê guhert û kir Astana.
Tokayev pêşniyar kiribû ku parlementoya Kazakistanê navê berê lê deyne û piştî qebûlkirina parlementoyê navê nû tesdîq kir û car din bû Astana.
Berdevkê serokomariya Kazakistanê Ruslan Celdibay îro ragihand ku di mijarê de agahî dane serokkomar Comerd Tokayev û qebûl kiriye. Celdibay weha got:
“Serokkomar di heman demê de ji bo serokomarê berê Nursultan Nazarbayev dibêje ku di xwurtkirina dewleta Kazakistanê de û bûyîna payîtextê de roleka wî ya dîrokî heye. Ew bi xwe pêşniyar kiribû ku navê Nursultan bidin Astanayê. Ji ber wê jî navê damêzrêner Nursultan Nazarbayev li gelek tesîsan hatiye danîn û divê ew nav bên parastin.”
Narzabayev 30 sal Kazakistanê îdare kiribû û di adara 2019an de îstîfa kiribû. Comert jî pêşniyar kiribû ku navê Nursultan bidin Astanayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin