PeyamaKurd – Hat ragihadin ku welatên endamên hevpeymaniya NATOyê, di navbera 28 û 30yê Hezîranê de, li bajarê Madrîd ê Îspanyayê di asta serokan de dicivin.
Hat diyarkirin ku wê di lutkeya NATOyê ya Madrîdê, rewşa piştî êrîşên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê were gotûbêjkirin û konsepta stratejîk a nû ya NATOyê were pejirandin.
Herwiha Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy jî di rûniştina 29ê Hezîranê de bi rêya vîdyokonferansê beşdarî lutkeya NATOyê dibe û gotarekê pêşkeş dike.
Wê ji bilî endamên daîmî yên NATOyê serokên welatên şirîkên hevpeymaniyê yên wekî Avustralya, Zelanda Nû, Japonya, Koreya Başûr, Swêd û Fînlandiyayê jî beşdarî civînên NATOyê yên Madrîdê bibin.
Di roja dawî ya lutkeyê de jî biryare baskê başûr ê NATOyê were gotûbêjkirin û mijara koçberiyê jî di nav de gelek mijarên wekî terorê gefên navnetewî werin gotûbêjkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin