PeyamaKurd - Li Brazîlê di encama ketina frokeyekê de 2 jê pîlot 7 kesan can da.
Medyaya Brazîlê ragihand ku froke li herêma gundewarê Minas Gerais ku li başûr-rojhilatê vî welatî ye ketiye xwarê.
Jêderên herêmî ji medyayê re ragihandine ku froke li hewayê kontrola xwe wenda kiriye û di encamê de li devereke ku daristan e ketiye xwarê.
Jêderan diyar kiriye ku ji ber froke li daristanê ketiye û meytên kesên ku tê de bûne belav bûne, dîtina meytan zehmet bûye.
Jêderan her wiha ragihandine ku bûyer di dema zêdebarîna baranê de rû daye.
Di derbarê sedema ketina frokeyê de heta niha ti daxuyaniyeke fermî ne.
Medyaya Brazîlê da zanîn ku di derbarê rûdanê de lêkolîn hatiye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin