Kîev dîsa bû hedefa êrîsên Rûsyayê: 5 kes birîndar bûn

Kîev dîsa bû hedefa êrîsên Rûsyayê: 5 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku paytexta Ukraynayê Kîev dîsa bû hedefa êrîşên Rûsyayê, di êrîşan de 5 kes birîndar bûn.

Hate tomarkirin ku droneke bêpîlot a Rûs li Balafirgeha Zhuliany ku yek ji du balafirxaneyên Kîevê ye, ketiye xwarê.

Wesayîta din a hewayî ya bêmirov a ku lê ket, ket apartmanekê. Li bajarê Odessa jî depoyeke xwarinê hat xistin.

Fermandarê Hêzên Bejayî yên Ukraynayê Alexander Sirskiy diyar kir, hêzên Rûsyayê êrîşên xwe yên li Bahmutê zêdetir kirine.

Sirskiy destnîşan kir, hêzên Rûsyayê heta 9ê Gulanê ku li Rûsyayê wek "Roja Serkeftinê" tê pîrozkirin, hewl didin bajêr bi dest bixin û got ku artêşa Ukraynayê rê li ber vê yekê girt.

Koma çeteyên Rûs Wagner ku beriya niha gef li rêveberiya Rûsyayê xwaribû ku ji Bahmutê vekişe, ragihand ku ew ê ji herêmê venekişin.

Wagner îdia kir ku li Bahmutê 280 metre pêşde çûye, qadeke 2 kom 37 kîlometre di bin kontrola artêşa Ukraynayê de maye.

Ji aliyê din ve piştî îdiaya ku Ukrayna wê êrîşî Santrala Nukleerî ya Zaporozhye bike, gelê herêmê hatin tehliyekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin