Li Xurmatû teqîn: 2 welatiyên Kurd birîndar bûn

Li Xurmatû teqîn: 2 welatiyên Kurd birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin, îro li bajarê Xurmatû yê bi ser parêzgeha Kerkûkê ve ku piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an hêzên Iraqî û Heşda Şeibî ketibûn bajêr, di encama teqînekê de du welatiyên kurd birîndar bûn.

Berpirsê polîsê Xurmatû, Husên Elî ji medya Kurdistanê re ragihand, îro danê sibê li taxa Komarî ya Xurmatû bombeyek, ku mîna narincokan bû û li nav gilêşan de hatibû avêtin, teqiya.

Berpirsê polîsê Xurmatû da xuyakirin ku di encama wê rûdanê de jin û mêrekî kurd birîndar bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin