‘Hikûmeta Kurdistanê wê êdî mûçeyan di dema xwe de û bê jêbirîn belav bike’

‘Hikûmeta Kurdistanê wê êdî mûçeyan di dema xwe de û bê jêbirîn belav bike’

PeyamaKurd - Encûmena Bilind a Aboriyê ya Herêma Kurdistanê îro Yekşemê bi di bin seroktiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di civîna ku bi rêya vîdyokonferansê hat kirin de, hewlên Hikûmeta Herêmê yên ji bo baştirkirina rewşa darayî û dabînkirina mûçeyên mûçexwarên Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin.

Di civînê de tekezî li wê hate kirin, “Her ji destpêka dirustbûna qeyrana darayî ya bi sedema belavbûna vîrûsa Koronayê û daketina nirxê petrolê ve, Hikûmetê hemû hewlên xwe dan ji bo dabînkirina mûçeyên mûçexwarên Herêma Kurdistanê ku karê pêşîne ya hikûmetê bû û bi wê dahata ku li ber dest bû, mûçe hatin belavkirin. Niha jî piştî ku ligel Hikûmeta Federalî gihîştine rêkeftinê derbarê cibicîkirina Yasaya Budceya Federalî û piştî şandina dused milyar Dînar, Hikûmeta Herêmê ji îro ve dest bi amadekariyên dabeşkirina mûçeyan bi temamî û bêyî lêbirîn dike. Eger Hikûmeta Federalî jî berdewam be bi şandina mafên darayî yên Herêmê, Hikûmeta Herêmê jî dê mûçeyan di dema xwe de dabeş bike.”

Di civînê de hat diyarkirin ku rêkxistina komkirina dahata navxweyî jî, bandoreke wê ya erênî li ser dabînkirina mûçeyên mûçexwaran bi temamî hebû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin