PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Tirkiyê diyar kir, “Rapora sala 2021an a Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser Terorîzmê” bi zanebûn rûbirûbûna Tirkiyê ya li dijî rêxistinên terorîst berovajî dike.
Wezareta Derve ya Amerîkayê di “Rapora 2021ê ya Terorîzmê” de behsa Tirkiyê kiriye û eşkere kiriye, “Tirkiyê li Iraq û Sûriyê operasyonên xwe berfirehtir kirine û di êrîşên esmanî yên li Herêma Kurdistanê û Rojava de li dijî PKKê, gelek zarok û sivîlên din jî canê xwe ji dest dane.”
Herwiha Wezareta Derve ya Amerîkayê daye zanîn, “Tirkiye, ji bo terorîstên ku dixwazin derbasî Sûriyê û Iraqê bibin, bûye xala derbasbûnê. Ew şerê PKK, DAIŞ û DHKP-C dike û Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê ku di şerê li dijî DAIŞê de hevpeymana Amerîka ye, weke baskekî PKKê dibîne û ev di navbera Amerîka û Tirkiyê de mijareke nakok e.”
Rapor destnîşan dike, Tirkiye Hamasê weke rêxistineke terorîstî nabîne û ofîsên Hamasê li Stenbolê hene û serokê wê Îsmail Haniye bi Serokkomar Erdogan re hevdîtinê dike.
Herî dawî di raporê de behsa hewla derbeya 15ê Temûza 2016ê jî hatiye kirin û gotine, “Hikûmeta Tirkiyê, Tevgera kesayeta ayînî û siyasî a li sirgûnê Fethullah Gulen weke Rêxistineke Terorê bi nav dike. Lê Tevgera Gulen li Amerîkayê, terorîst nayê dîtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin