PeyamaKurd- Serokê dewleta Rûsyayê Valdimir Putin roja duşemê bi rêya telefonê bi serokwezîra Almanyayê bi Angela Merkel re li ser mijara herêma Donbassê ku dikeve rojhilata Ûkraynayê û ji aliyê rêxistinên wê derê de tê kontrolkirin, her dû lihev kirin ku statuyeka taybet bidin wê herêmê.
Ji Kremlînê hat ragihandin ku her dû serok ragihandine bo zîrwe ya aştiyê ya Ûkraynayê civîneka çarqolî bikin. Her çendîn li ser roja kirina zîrweyê roj nehatiye danîn jî dewletên ku bikevin civînê dê Ûkrayna, Rûsya, Almanya û Fransa bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin