PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, bi sedema nexweşî û emeliyatbûna Mericîyê Bilind ê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî peyameke selametiyê jê re şand.
Serok Barzanî di peyamê de li hal û rewşa Sîstanî pirsî û hêviya tenduristiyê jê re xwest.
Malpera fermî ya Serok Barzanî da xuyakirin, piştî belavbûna nûçeya nexweşiya Lêvegerê Mezinê Şiiyan Ayetulla Ozma Semahetî Seyîd Sîstanî, êvariya roja pênçşem 16.01.2020 Serok Mesûd Barzanî peyameke ji bo malbata Semahetî Seyîd Sîstanî û meqama lêvegerê re şand.
Di peyamê de Serok Barzanî rewş û halê tendirustiya Semahetî Seyîd Sîstanî pirsî û ji xwedayê mezin hêviya şîfa û başbûna bi lez ji Semahetî Seyîd Sîstanî re xwest.
Doh hatibû ragihandin ku rahnê merciyê bilind ê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî şikestiye û hatiye emeliyat kirin.
Nivîsgeha merciyê bilind ê şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî doh 16ê Çile bi daxuyaniyekê ragihandibû, lingê Elî Sîstanî wergeriyaye û ji ber wê jî rahnê wî yê çepê şikestiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin