Plasschaert: Hêvîdarim di demeke nêz de çareserî bê dîtin…

Plasschaert: Hêvîdarim di demeke nêz de çareserî bê dîtin…

PeyamaKurd - Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, li ser encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê got ku wan ji bo partiyên siyasî bi hev re hilbijartinan pêk bînin hemû hewl dane.

Plasschaert, di Pêşengeha Pirtûka a Hewlêrê de li ser astengî û nakokiyên li ber hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ji rojnamevanan re got: “Ez hêvîdar im di demeke nêz de çareseriyek ji bo vê kêşeyê were dîtin.”

Jeanine Hennis-Plasschaert da zanîn: “Eger tu li vî welatî bijî, divê dîtina te ya erênî hebe û kesekî geşbîn bî.”

Li ser kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê jî Plasschaert diyar kir: “Li herdu aliyan daxwaza çareserkirina kêşeyan heye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin