PeyamaKurd – Parlamenter û Endamê Komîsyona Darayî û Aborî ya Parlementoya Kurdistanê Mihemed Sadedîn diyar dike, divê Kurd jî beşdarî birêvebirina banka navendî ya Iraqê û kompaniya firotina nefta Iraqê SOMO, bibin.
Mihemed Sadedîn dide zanîn, bo vê qonaxê pêwîst a pişka Herêma Kurdistanê jî di rêveberiya kompaniya SOMO û banka navendî ya Iraqê de hebe.
Herwiha Mihemed Sadedîn destnîşan dike, Bexda û Hewlêr li ser budçeya sala 2021 ya Iraqê gihîştine rêkeftinê, loma divê Herêma Kurdistanê di kompaniya SOMO de xwedan nûnerê xwe be, da ku agahdarî firotin û derxistina neftê be.
Endamê Komîsyona Darayî û Aborî, li ser banka navendî got, siyaseta dirav ya Iraqê bandorê li Herêma Kurdistanê jî dike, lê tu nûnerekî Kurdan di banka navendî de nîne. Ji ber wê jî divê Herêma Kurdistanê di rêveberiya banka navendî de xwedan pişka xwe be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin