Li welatê Brûniyê bi mîlyonan kes ketine tayê

Li welatê Brûniyê bi mîlyonan kes ketine tayê

PeyamaKurd- Li welatê Brûniyê di 5 mehên ewilî yên vê salê de li dora 3,2 mîlyon kes ketine tayê û di encama tayê de li dora 1200 kes jiyana xwe ji dest dane. Li gor rapora WHO (Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê)yê di sala 2017an de car din li welatê Brûniyê nexweşîna tayê belav bûbû û heman nexweşîn car din derket holê.

Di sala borî de di heman dewrê de 2,1 mîlyon kes bi nexweşîna tayê ket û sedem jî ku xwe nikarin ji kelmêşan biparêzin û sîstema wan ya berxwedana bedenê qels ketiye. Dewlet biryarê daye ku tedbîrên bo parastinê zêde bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin