TEV-DEMê helwesta NATO û NY sermezar kir

TEV-DEMê helwesta NATO û NY sermezar kir

PeyamaKurd - Kordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) derbarê êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê û helwesta civaka navdewletî de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

TEV-DEMê di daxuyaniya xwe de, helwesta NATOyê û Neteweyên Yekbûyî ya li hemberî êrîşên berdewam şermezar kir.

Li ser hevdîtina Sekreterê Giştî yê NY û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî got, “Em weke gelên kurd, ereb û gelê xiristiyan, helwesta sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres şermezar dikin” û wiha hat gotin:

“Dema Erdogan dibêje ku dê bi sedhezaran an jî bi milyonan kesên ku ne xwediyên vê herêmê li herêma me bi cih bike û sedhezaran şêniyên herêmê ji xaka wan derxîne, sekreterê NY’ê xwe li bêdengiyê datîne û dibêje ku dê li ser van pêşniyar û projeyan bisekinin.”

TEV-DEMê herwiha li ser bikaranîna çekên kîmyewî (fosfora spî) di êrîşan de jî helwesta NATOyê rexne kir û got, “NATO pêwîst e ku ne bi aqilê gelê kurd û ne jî bi vîn û nirxên wan bilîze. Ji ber ku nehêla OPCW çekên kîmyewî yên ku dewleta tirk bi kar anîne lêkolîn bike û rapora xwe bi raya giştî re parve bike, em NATO’yê careke din şermezar dikin.”

Daxuyaniya TEV-DEMê wiha bidawî dibe: “Divê hemû dinya bizanibe ku hîn jî paqijiya etnîkî li ser me berdewam e. Ji bo parastina rûmeta xwe û hebûna xwe, ji bo parastina azadiya xwe bedelê wê her çi be û çi pêwîst bike dê bê dayîn. Weke gelê kurd, ereb û xiristiyan di şerê li dijî DAIŞ’ê de me 11 hezar şehîd dan û zêdetirî 20 hezar birîndarên me çêbûn. Lê di heman demê de rûmeta mirovahiyê hat parastin. Em bi vê serbilind in. Çi DAIŞ be, çi erîşên jenosîdê yên dewleta tirk a dagirker be, çi Nusra be û her wiha çi jî hêzên çete yên din be, ger careke din pêwîst bike em ê ji bedel dayînê nerevin û gav paşde navêjin. Ji bo parastina hebûna xwe û rûmeta mirovahiyê bi îradeyek xurt û bi baweriyeke mezin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin