PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, li ser pêşniyarên Çînê yên plana çareserkirina şer û krîza navbera Ukrayna-Rûsyayê daxuyanî da û ragihand, ji ber rewşa Ukraynayê hin xalên planê nepêkane werin bicihkirin.
Peskov, li Moskowê ji rojnamevanan re axivî û li ser pirsa derbarê plana çareseriyê ya Çînê got, bicihanîna hin xalên planê nepêkan e, ji ber ku hin fermandar û rêveberên Ukraynayê li ser sozên xwe namînin û dixwazin şer berdewam bike.
Li ser nêrîna Yekîtiya Ewropa ya şandina ‘hêza aştiyê’ bo Ukraynayê jî Peskov diyar kir ku ew hewldaneke xeter e û hêzên wiha jî encex bi razîbûna du aliyan divê pêk were.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin