Serok Barzanî bi Elî Bapîr re civiya: Li ser berjewendiyên bilind ên Kurdistanê...

Serok Barzanî bi Elî Bapîr re civiya: Li ser berjewendiyên bilind ên Kurdistanê...

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro li Selaheddîn pêşwaziya Emîrê Komela Îslamî Mamosta Elî Bapîr û şanda ligel wî kir ku ji Abdulstar Mecîd Endamê Mekteba Siyasî û Mamosta Mela Hesen Endamê Serkirdayetiya Komela Îslamiya Kurdistanê pêk hatibûn.

Di hevdîtinê de ku Fazil Mîranî Sekreterê Mekteba Siyasî û Elî Husên Berpirsê Mekteba Navendî ya Peywendiyên Niştimaniyên Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn, rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Kurdistan û Iraq û navçeyê guftûgo kirin.

Herwiha di hevdîtinê de ser pêwîstiya hemahengiya aliyên Kurdistaniyan ya li ser berjewendiyên bilind ên Kurdistanê û xalên hevbeş ên di navbera wan û pêkanîna yekrêziya niştimanî de axivîn.

Di beşeke din a vê civînê de herdu alî li ser pêwîstiya yekgotarî û hemahengiya fraksiyonên Kurdistaniyên li Bexdayê de hevrê bûn.

Li gorî daxuyaniya malpera Serok Barzanî, peywendiyên di navbera herdû aliyan de jî mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin