PeyamaKurd – Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) îro Yekşemê 30yê Tîrmehê li Silêmaniyê civiyan.
Hate ragihandin ku civîn li baregeha polîtburoya YNKê ya Dabaşanê hate kirin û şanda PDKê li wir ji aliyê berpirsên YNKê ve hate pêşwazîkirin.
Beriya niha hatibû eşkere kirin ku daxwaza civînê YNKê hatiye û mijara sereke ya civînê jî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ye ku Komîsyona Hilbijartinên Iraqê 25ê Sibata 2024an ji bo encamdana hilbijartinê pêşniyar kiribû.
Herwiha mijara hilbijartinên parêzgehan ên Iraqê û Kerkûkê yek ji babeta gotûbêjkirinê ya herdu partiyan e.
Ji bo serlêdana hevpeymaniyên bo hilbijartinên encmûne parêzgehan îro roja dawî ye û tê çaverêkirin PDK ligel 6 partiyan hevpeymaniyekê bo Kerkûkê ava bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin