PeyamaKurd - Malpera fermî ya Serok Mesûd Barzanî ragihand ku roja sêşemê 05.02.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Hikûmeta Almanyayê kir ku ji Balyozê Almanya li Iraqê Cyrill Nunn û Konsola Almanya li Hewlêr Barbara Wolf pêk hatibûn.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de Balyozê Almanya yê li Iraqê Nunn balkişand ser peywendiyên navbera welatê xwe, Iraq û Kurdistanê û got, Almanya di warê yarmetiya mirovî û vegerandina aramiyê li Iraqê de kar dike."
Cyrill Nunn pêgeha Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî ya ji bo welatê xwe anî ziman û got ku Serok Barzanî ji bo hemû gelê Kurd li navçeya rojhilata navîn da cihê hêviyeke zêde ye.
Di vê civînê de rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hat nirxandin û herwiha li ser pêşhatekên dawî û metirsiyên terorê û tundrewiya li ser asayîşa Iraq û navçeyê hat rawestîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di beşeke din a vê civînê de di derbarê rewşa Sûriye û paşaroja Kurd li wî welatî de danustandina bîr û ramanan hat kirin û Serok Barzanî nîgeraniyên xwe li ser paşaroja gelê Kurd li Sûriye bi şanda Almanî ragihand.
Di civînê de herwiha mijarên peywendiyên navbera Hewlêr û Bexda jî hat axaftin û Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser wan keşûhewaya erênî ku li navbera herdu aliyan de hatiye holê, tekez li ser rêkarên siyasî û aştiyane û diyalogê ya li ser çareserkirina peywendiyên Herêmê û Bexdayê kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin