PeyamaKurd - Rojnameya El-Beyan a erebî li ser biser neketina danûstandinên agirbestê yên Moskowê derbarê Libyayê de nûçeyek belav kir ku tê de got, Xelîfe Hefter bi îmze nekirina agirbestê re senaryoya mîna Astanayê bo danûstandinên ser krîza Sûriyê têk biriye.
Rojnameyê got: "Piştî redkirina îmzekirina li ser reşnivîsa peymanê ya ku aliyên Rûsya û Tirkiyê ve hatiye amade kirin, fermandarê giştî yê Artêya Netewî ya Lîbyayê Muşîr Xelîfe Hefter vegeriya Binxaziyê ku li pey xwe jî bêhêvîtiyeke mezin ji kesên hêviya bidawîkirina projeya rizgarkirinê dikin re hişt."
El Beyan wiha pê de çû: "Projeya agirbestê bi hedefa rewabûna destwerdana dewleta Tirk li Lîbayê bû ku bixwe garantorê desthilata hikumeta El-Wîfaq a li Terablusê ye."
Li gorî rojnameyê heger Hefter ew peyman îmze bikira, dê nakokiyên li ser muzakereyên rêkeftinên di navbera Erdogan û El-Serac de ku meha Mijdara 2019an li ser herêma aborî ya deryayî û hevkariya ewlehî û leşkerî hatibûn îmzekirin, rewa dibûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin