Putin, telîmata çêkirina fîlmên propagandayê da

Putin, telîmata çêkirina fîlmên propagandayê da

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji Kremlînê hatin ragihandin, Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, telîmat daye Wezareta Çandê ya Rusyayê ku li ser şerê Ukraynayê fîlmên lehengî û propagandayê bikişînin. 

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku ev fermana ji aliyê Vladimir Putin ve hat dayîn, bi gengeşiyên li ser kuştina 89 leşkerên Rus ên li Ukraynayê re hevdem bûye.

Di hûrgiliyên hatin ragihandin de hat zanîn ku Putin ji wezaretê xwestiye ku li Ukraynayê bi mijara "Operasyona Leşkerî ya Taybet" û "Têkoşîna li Dijî Bîrdoziya Naziyan" fîlman bikişîne.

Hat destnîşankirin ku Vladimir Putin, ji bo kişandina fîlmên ku tê payîn li sînemayan bên nîşandan, heta 1ê Sibatê dem daye Wezareta Çandê û Putin Wezîrê Berevaniya Rusyayê Sergey Şoygu jî ji bo piştgirîdayîna van belgefîlman erkdar kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin