Amerîkayê mohleta hawirdekirina gaz û elektrîka Îranê dirêj kir

Amerîkayê mohleta hawirdekirina gaz û elektrîka Îranê dirêj kir

PeyamaKurd – Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Iraqê ragihand, Amerîkayê di çarçoveya dorpêçên ser Îranê de mohleta qedexeya bo hawirdekirina gaz û elektrîka Îranê ya ku danîbû ser Iraqê, 3 mehan dirêj kiriye.

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Iraqê Milhan el-Mikotar bi daxuyaniyekê ragihand ku Amerîkayê mohleta ku ji bo kirîna gaz û elektrîka Îranê dabû Iraqê 3 mehan dirêj kiriye û Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ji bo çareserkirina krîzê şandekê dişîne Amerîkayê.

Mikotar herwiha da zanîn ku heger di nêzîk de têkiliyên Îran û Amerîkayê baş bibin, ew li bendê ne qedexeya li ser hawirdekirina gaz û elektrîka Îranê bi temamî bê rakirin.

Rêveberiya Washingtonê piştî ku ji peymana nukleerî ya digel Îranê vekişiyabû du pakêtên dorpêçên aborî li ser Îranê sepandibû ku qedexeyên ser aboriya Îranê herî dawî 5ê Mijdara 2018an ketibûn meriyetê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin