Nûnera NY bi Sedir re civiya: Me hevdîtineke bas kir!

Nûnera NY bi Sedir re civiya: Me hevdîtineke bas kir!

PeyamaKurd - Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyî Yekbûyî û Berpgirsa Nivîsgeha NY li Iraqê (UNAMI) Jeanine Hennis-Plasschaert îro 5ê Tebaxê roja Înê li Necefê bi Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedr re hevdîtin kir.

Piştî hevdîtinê Jeanine Hennis-Plasschaert ragihand, “Me ji bo dîtîna mekanîzmeyekê bo çareserkirina rewşa Iraqê bi Muqteda Sedir re hevdîtineke baş pêk anî.”

Li gorî medya Iraqê, Berpirsa UNAMIyê îro danê sibehê ji bo hevdîtina Sedir çûye bajarê Necefê û bi Sedir re pêşhatên dawî yên li Iraqê û rewşa siyasî gotûbêj kiriye.

Di demeke ku ev hevdîtin hat kirin de, alîgirên Sedir jî ji bo nimêja girseyî ya Înê li herêma Kesk a Bexdayê civiyan.

Sedir herî dawî daxwaza hilweşandina parlamentoya Iraqê û pêkanîna hilbijartinan kiribû ku ew bangewazî hîn jî li qada siyasî ya Iraqê rojeveke germ e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin