Îsraîl: Pistî agirbestê siyana me heye ku em 'vegerin û ser bikin'

Îsraîl: Pistî agirbestê siyana me heye ku em 'vegerin û ser bikin'

PeyamaKurd – Serfermandarê Îsraîlê Herzî Halewî got, piştî ku artêşê bi Hamasê re lihevkirina agirbestê pêk anî, bêyî hûrgiliyên vê peymanê dikare vegere şer li Şerîda Xezzeyê.

Halewî got, “Lihevkirina li ser vegerandina girtiyan, ji bo rizgarkirina jiyanê pêdiviyeke exlaqî ya lezgîn e. Artêşa Îsraîlî hemû zextên pêwîst dike ji bo afirandina şert û mercên herî baş ji bo peymaneke wiha. Em ji dawiya peymana berê ve bi vî rengî tevdigerin.”

Halevî axaftina xwe wiha domand:

“Artêş dizane ku çawa pabendî her rêkeftinekê ye ku di asta siyasî de were pejirandin û piştî ku agirbest pêk hat jî bi tundî vegere şer.

Artêşa Îsraîlê ji bo rizgarkirina êsîrên ku rojên wan di tengasiyên mezin de derbas dibin dest ji xebatan bernade û heta ku ev armanc pêk neyê dest ji êrîşa Hamasê bernade. Helbet em ê dev ji ewlehiya welatiyên dewleta Îsraîlê bernedin.”

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin