Berpirsekî MIT ê: Me 40 roj berê bûyera 11 ê êlûnê bo CIA yê got

Berpirsekî MIT ê: Me 40 roj berê bûyera 11 ê êlûnê bo CIA yê got

PeyamaKurd- Serokê daîra kontrterorê ya MİT a Tirkiyê yê berê Mehmet Eymur di mijara bûyera 11ê êlûna 2001an de, 40 roj berê xeberê daye CIA yê lê CIA guhnedayê. Di vê bûyera ku bi balafiran li barûyên bazirganî yên Amerîkayê dan û di wan de 2 hezar û 996 kes miribûn. Mehmet Eymur weha got:

“Min 40 roj berya 11ê êlûna 2001an xeber sitend ku dê êrîş bikin ser navenda Bazirganiyê ya Dinyayê. Me ji CIA yê re got. Lê guh nedanê. Niha belkî ew xeber bigihê Amerîkayê. Piştî bûyer çêbû, CIA bi telaş ji min pirsin bê dê çawa bi wî kesê ku agahiyê dabû min re çawa hevdîtinê bikin. Me wan anî cem hev.”

Munaqeşeya li ser bûyera 11 ê êlûnê dewam dike. Di sala 2001ê de rêxistina El-Kaide bi balafiran êrîş biribû ser Navenda Bazirganî ya Dinyayê ku li New Yorkê bû. Sedema ku ber li bûyerê nehatibû girtin, weka kêmasiya îstîxbaratê hat qebûlkirin lê yek ji rêvebirê MİT a Tirkiyê yê wê demê yê bi navê Mehmet Eymur tevlî mijarê bû û zanînên xwe bi çapemeniyê re parvekir. Eymur bo çavkaniya xwe ya agahiya bûyerê weha dewam dike:

“ Yê agahiyê da min Tirkekî ku karê maddeyên hişber dikir bû. Min tenê navê wî da. Min nexwest zerar bigihê. Ez nizanim hêj saxe an na. Piştî wê rojê min wî nema dît. 11 ê êlûnê bûyereka mezin bû. Bi heazaran kes mirin. Kûle xera bûn. Ez wê demê li Amerîkayê bûm. Me weka rêzefîlmekî temaşe kir.”

Mehmet Eymur di pirtûka xwe ya bi navê “Deşifre” de ku wê roja şemiyê belav bibe de dibêje ku îstîxbarata Amerîkayê piştî bûyerê pêre ketiye nav têkiliyan û kesê bi navê Mustafa car din bi CIA û FBI re daye hevdîtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin