PeyamaKurd – Hat ragihadin ku termê Serokê berê yê Polîsê Ewlehî û Îtila`ata Întizamî ya parêzgeha Urmiyê, serheng Babaelî Nubext, doh Şemiyê di nav otomobîla wî de hatiye dîtin.
Li gorî zanyariyan serhengê rejîmê ji aliyê hin kesên nenaskirî ve hatiye li devera Qûşçî ya bajarê Urmiyê hatiye kuştin û piştire xistine nav bagaja otomobîla wî û ew digel otomobîla wî şewitandine.
Polîsê Urmiyê heta niha li ser kuştina wî serhengî ti zaniyariyek belav nekiriye.
Çavkaniyên Rojhilatê Kurdistanê diyar dikin ku rayedarên rejîmê û berpirsên leşkerî yên rejîmê ji ber kiryarên xwe yên nemirovan li dijî xelkê rastî bûyerên wiha tên.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin