India Today: Hindistan 5 salên din jî qedexê danî ser rêxistina ‘Sîhên ji bo Edaletê’

India Today: Hindistan 5 salên din jî qedexê danî ser rêxistina ‘Sîhên ji bo Edaletê’

PeyamaKurd – Hindistan, qedexeya ser rêxistina ku dixwazin cuda bibin an ku bibin serbixwe ya bi navê ‘Sîhên ji bo Edaletê’, 5 salên din dirêj kir. ‘Sîhên ji bo Edaletê (SFJ) terefdarê ‘Rêxistina Hêza Rizgariya Halistanê (KLF)’ ye.

Li gor rojnama India Todayê; Ajansa Lêpirsînê ya netewî ya Hindistanê di derbarê grûbê de agahiyên nûh daye hev û ragihandiye ku SFJ propaganda dike û zerarê dide yekîtiya ax û ewlehiya Hindistanê û propaganda fikrên cudaxwazî dike.

Hukumet, ji sala 2019an heya niha qedexê daniye ser SFJ û qedexeyê 5 salên din dirêj kir. Navenda SFJê li Amerîkaye, di sala 2007an de hatiye damezrandin û Hindistan wê ‘terorîstên destnîşankirî’ nas dike.

Halistan, tê vateya ‘welatê Sîhan’ û Hêza Rizgariya Halistanê ji sala 1987an heya niha êrîşê hedefên leşkerî û dîplomatîk yên Hindistanê dike lê bi revandina maslahatguzarê Hindistanê yê Romanyayê yê bi navê Liviu Radu tê naskirin.

Her çendîn Hindistan dibêje Pakistan destekê dide rêxistinê, ew ji diyaspora Îngîltere, Îspanya û Malezyayê pere dide hev. Rêxistin ji bilî eyaleta Pencab a Hindistanê, Pencapa Pakistanê, Hayber Pahtunhva, Sindh, Belucistan û Keşmirê temamên wan an hinek ji wan Halistan dibîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin