PeyamaKurd- Sîliheka nû ku ji aliyê artêşa Tirkiyê de hatiye bikaranîn, ji aliyê MKE ku fabrika sîlih ya Tirkiyê ye, tê çêkirin. Sîlih bi xwe otomotîk e.
Çapa sîlihê 40 mm ye ku bi navê MK-19 bombavêja otomotîk tê binavkirin, ji aliyê artêşa Tirkiyê ve li dijî şerê gerîlla têbikaranîn. Niha xebateka din ya bo heman armancê hatiye kirin û sîliheka bi navê "MOD78-HE" hatiye çêkirin ku bi taybetî di şertê asimetrîk de, hedefên ku xwe veşartine, mirov dikare wan pê îmha bike û pê tevgera wan asteng bike.
Mirov dikare sîstema nû li ser ûnîteyên ku bi yên zirxî re hatine entegrekirin ve monte bike û di êrîşan de bikarbîne. Xebata MOD78-HE temam bûye û bi xêra gowde ya wê, bandora şarapnelê zêdetir kiriye û dikare 2 hezar metre dûr here. Li ciyê ku bikeve, di çapa 10 metreyê de bandorê dike.
Bambavêj ên otomotîk niha leza wan kême û menzîla wan ne dûr e. Lê MOD78-HE bi serkeftî di 20 testan de derbas bûye.
Bi îhtîmaleka mezin wê di meha hezîranê de hilberîna wê ya li pey hev çêbibe û niha li ser sertîfîka ya wê xebat têkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin