PeyamaKurd – Li bajarê Tirkiyê li Manisayê li navça Selendiyê li gundê Kayranlarê muxtarê gund yê bi navê Niyazi Cahan (50), dem adi zeviya xwe de cot dikir, ket ber êrîşeka çekdarî.
Kes an kesên muxtar Niyazi Cahan kuştin nasnama niha nediyare lê li ser agahdarkirina tîmên cendirmeyan û tenduristiyê wexta çûn ciyê bûyerê dîtin ku keya Cahan jiyana xwe ji dest daye.
Cendirme, ji bo tesbîta kujer an kujeran bikin, dest bi xebatê kir. Cenazê Niyazi Calan ji bo otopsiyê birin morga nexweşxana dewletê ya navça Selendi.