PeyamaKurd – Li Îspanyayê siyasetmedar û parlementerên Katalanya ji aliyê îstîxbarata Îspanyayê de dihatin guhdarîkirin û li ser aşkerabûnê, seroka navenda îstîxbarata netewî (CNI) Paz Esteban ji ser kar hat girtin. Li ser zordayîna koalîsyona ku partiyên Katalanya û Baskê destekê didin wê, di civîna encumena wezîran de biryar hat dayîn û seroka îstîxbaratê ji wezîfê birtin.
Esteban 39 sale ku di nav CNI de dixebite û di 5 ê sibata 2020 an de, wê kiribûn serokê CNI yê. Esteban di dîroka Îspanya de yekem jine ku seroka îstîxbaratê bû. Esteban di 5 ê gulanê de, di civîna meclisê de gotibû ku bi biryara dadgehê li telefonên serokê herêma otonom ya Katalanya Pere Aragones û yên 18 siyasetmedarên Katalanya guhdarî kirine û ev kiryar qanûniye.
Wezîra bergiriyê ya Îspanyayê Margarita Robles, li ser biryara encumena wezîran ragihand ku di şûna Esteban de, musteşarê wezaretê Esperanza Casteleiro Llamazares kirine serokê îstîxbaratê yê CNI ê. Partiyên Bask û Katalanê niha dixwazin ku wezîra bergiriyê Robles jî îstîfa xwe bide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin