Li Soranê Dronek hat xistin û agir bi zeviyan ket

Li Soranê Dronek hat xistin û agir bi zeviyan ket

PeyamaKurd - Li Îdareya Serbixwe ya Soranê şeva borî dronek hat xistin û ji ber ketina vê dronê li gundê Badliyanê agir bi zeviyan ket.

Serperiştiyarê Îdareya Soranê Helgurd Şêx Necîb û Birêvebirê Parastina Şaristaniyê Karwan Mîrawdelî eşkere kirin ku agir di demeke kurt de hat kontrolkirin, ti zererên canî çênebûne û nêzîkî 20 donim zevî şewitîne.

Cihê bûyerê kîlometreyekê ji qada niştecihbûnê dûr bû û tîmên parastina sivîlan bi alîkariya xelkê rê li ber berfirehbûna agir girtin; agahîyên û xebatên buyerê ji raya giştî hatin eşkerekirin.