Artêşa Pasdaran: Li Tengava Hurmizê dronek DYAê hate xistin

Artêşa Pasdaran: Li Tengava Hurmizê dronek DYAê hate xistin

PeyamaKurd - Di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) de aloziya li ser Tengava Hurmizê dom dike. Artêşa Pasdaran a Îranê (DMO) daxuyand ku li ser Tengava Hurmizê dronek bi tîpa MQ-1 a girêdayî artêşa Amerîkayê hatiye xistin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku DYA tevî ku van drona wa xistibû teqawidê, lê ji ber windahiyên di modelên MQ-9 de neçar ma ku dîsa wan bixebitîne û ev her du celeb niha ji aliyê sîstema parastina hewayî ya Îranê ve dibin armanc.

Berdevkê Artêşa Pasdaran Hûseyn Mûhîbbî jî têkildarî mijarê hişyariyên tund dan û diyar kir ku eger êrîşek din çêbibe, ew ê di stratejiya berevaniyê de guhertinên mezin bikin.

Mûhîbbî got, "Em ê çekên nû yên xwedî kapasîteyên bilind bînin qada şer û cîhan mat bibe. Armancên me jî êdî ne wekî berê ne; hîn armancên me yên ku nehatine lêdan hene."