Netanyahu rayedarên Spanyayê ji Navenda Koordînasyona Agirbestê derxistin

Netanyahu rayedarên Spanyayê ji Navenda Koordînasyona Agirbestê derxistin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu, ji ber rexneyên hikûmeta Spanyayê yên li ser êrîşên Îsraîlê ferman da ku rayedarên Spanî ji Navenda Koordînasyona Sivîl-Leşkerî ya li Xezeyê werin derxistin.

"Bedela şerê dîplomatîk"

Netanyahu di daxuyaniyeke vîdyoyî de diyar kir ku Spanyayê navê artêşa wan reş kiriye û li dijî Îsraîlê helwest girtiye.

Netanyahu got: "Ez rê nadim tu welatî ku li dijî me şerê dîplomatîk bide destpêkirin û bedela wê nede. Ji ber ku Spanyayê li dijî Îsraîlê sekinî, min ferman da ku nûnerên wan ji navenda koordînasyona li Kiryat Gatê werin derxistin."

Nakokiya di navbera Madrîd û Tel Avîvê de

Ev biryar piştî rexneyên tund ên Spanyayê yên li ser êrîşên Îsraîlê yên li Xezeyê, Libnanê û operasyona hevbeş a bi DYAyê re ya li dijî Îranê hat. Madrîdê bi taybetî êrîşên hewayî yên piştî agirbesta 8ê Nîsanê ya di navbera DYA û Îranê de şermezar kiribûn.

Navenda Koordînasyona Sivîl-Leşkerî çi ye?

Ev navend piştî agirbesta 10ê Cotmeha 2025an a di navbera Îsraîl û Hamasê de, di çarçoveya plana aştiyê ya Serokê DYAyê Donald Trump de hatibû avakirin. Erka navendê çavdêriya agirbestê û amadekirina bingeha hêza aştiyê ya navneteweyî ye.