PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 242emîn salvegera damezrandina bajarê Silêmaniyê, peyamek pîrozbahiyê belav kir û ev bajar wekî "navenda wêje, huner û têkoşîna gelê Kurdistanê" bi nav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de germtirîn pîrozbahî arasteyî niştecihên xoşewîst ên Silêmaniyê kir û destnîşan kir ku ev bajar di dîroka Kurdistanê de her dem ciheke taybet girtiye.
Serokê Herêma Kurdistanê hêviya geşepêdan, avedanî û aramiya zêdetir ji bo Silêmanî û tevahiya Kurdistanê xwest.