PeyamaKurd - Li Herêma Kurdistanê li Soran a Hewlêrê dronekek ji aliyê balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî ve hat xwarê.
Li gorî çavkaniyên herêmî, piştî xistina dronê dengekî bilind ê teqînê li herêmê hate bihîstin û ev yek bû sedema metirsiyeke demkî li herêmê.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û hat ragihandin ku di encama vê çalakiyê de tu ziyaneke canî yan jî madî çênebûye.
Li aliyê din, êrîşên bi balafirên bêmirov ên li ser Herêma Kurdistanê didomin.