PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) xebatên nûjenkirina hejmarek bîrên avê li navçeya Cindirêsê ya ser bi bajarê Efrînê ve temam kirin.
Berpirsê BCFê yê li Sûriyeyê Pêşewa Behlewî ragihand ku hemû karên lojîstîkî, kolan û sazkirina sîstema elektrîkê ya ji bo derxistina avê ji van bîran bi dawî bûne.
Behlewî destnîşan kir ku niha tenê nûjenkirina torên ku avê ji bîran digihînin nav malên welatiyan maye û tîmên wan ji bo çareserkirin û temamkirina van toran jî di nava xebatên dijwar de ne.
Bi vê projeyê re tê armanc kirin ku pirsgirêka avê ya li navçeya Cindirêsê bi awayekî berçav bê çareserkirin.