Wê HDP di nav ‘Îttîfaqa Millet’ de be an na? Kiliçdaroglu bersivand

Wê HDP di nav ‘Îttîfaqa Millet’ de be an na? Kiliçdaroglu bersivand

PeyamaKurd – Di rojeva Tirkiyê û Kurdistanê de di nav xelkê de tişta tê meraqkirin bê wê HDP bixin nav Îttîfaqa Millet de be, an na! Li ser mijarê serokê CHP ê Kemal Kılıçdaroğlu bo televizyona Tirkiyê ya Habertürkê axifî:

“Îttîfaqeka me heye, Îttîfaqa Millet. Em mecbûrin bi pêkhateyên Îttîfaqê re tevbigerin. Em vêya nekin wê di nav me de bêbawerî çêbibe.

Di hilbijartinên mehellî de ev Îttîfaq nebû. Carna li heman ciyê İYİ partî jî ket hilbijartinan û em jî ketinê. Lê xelk îttîfaqê kir. Pir şerme eger mirov partiyekî weka malê xwe bibîne. Em bi her partiyê re hevdîtinan dikin. Eger mirov wan bike dijmin, ev tê vateya ku baweriya te bi demokrasiyê tine.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin