Serok Barzanî bi sanda Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê re civiya

Serok Barzanî bi sanda Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê re civiya

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Behadîn û şanda pê re hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtina ku îro 19ê Sibatê pêk hat û Serokê Encûmena Serkirdayetiya Yekgirtîya Îslamî Dr. Hadî Elî û Kargêrê Encûmena Bicîhkirinê Dr. Selaheddîn Babekir û Endamê Serkirdayetî û Berpirsê Peywendiyên Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê Dr. Mihemed Hawdiyanî amadehî kirin de, Serok Barzanî pîrozbahiya serkeftina kongreya Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê li şanda mêhvanan kir û pêzanînên xwe jî ji bo rol û miyanrewî û helwestên Yekgirtî li proseya siyasî û qonaxên hestiyarên jiyana siyasî ya Herêma Kurdistanê de parve kirin.

Di vê civînê de di derbarê pêşhat û guhertinên siyasî yên li ser asta navçeyê û qeyrana siyasî li Iraqê û proseya pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê de danûstandina bîr û ramanan kirin.

Rewşa Herêma Kurdistanê û gefên li ber gelê Kurdistanê mijareke din a vê hevdîtinê bû û hewldana destberkirina birayetî û tebayî ya siyasî û yekrêziya li pirsên niştimanî bi pêwîst hate zanîn û tekez jî li ser karê hevbeş ê aliyan û sazî û damezraweyên Herêmê hatin kirin, ji bo rûbirûbûna wan gefan ku asayîşa civakî û perwerde û bihayên civaka Kurdistanê dikin armanc.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin