PeyamaKurd – Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihanad ku, hewildanên ji bo îstiqrara Sûriyeyê, serkeftina Rûsya, Îran û Tirkiyê ye.
Pûtîn, li Bîşkekê beşdarî lûtkeya rêxistina hevkariyê ya Şangayê bû ku serokwezîr û nûnerên welatên endamê wê rêxistinê jî amade bûn.
Ji hêla din ve Serokê Rûsyayê Pûtîn, bi Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re jî civiya û diyar kir ku di navbera welatê wî û Îranê de peywendiyên xurt û pir alî hene.
Pûtîn da xuyakirin ku ji bo tunekirina terorê li Sûriyê û dabînkirina seqamgeriya herêmê hewil didin, “Bi saya pozîsyona bi bandro ya Îranê me gelek tişt kirin. Bêguman ev serkeftina me yanî ya Rûsya, Îran û Tirkiyê ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin