Tirkiye û Qatar bûne destebirayên hev

Tirkiye û Qatar bûne destebirayên hev

PeyamaKurd- Şîrketa enerjiyê ya Tirkiyê Metcap Energy Investments û şîrketa Qatarê ya enerjiyê Fusion Dynamics peyman îmzekirin ku li Tirkiyê bi bihayê 5.2 mîlyar dolarî tesîsan ava bikin.

Mijara tesîsan di warê xaza xwezayî û tesîsa petrokimya ye de ye. Serokê şîrketa Metcap Energy Investments Dr. Celal Metin weha got: “Ev proje û hevkarî meywe ya evîna min ya 50 salane.”

Peyman li Ankara, li otêla JW Marriottê hat îmzekirin û di merasima îmzeyê de serokê Metcapê Metin û serokê Fusion Dynamicsê Mohammed Al-Hajri hebûn. Bi vê peymanê wê kirîna polipropilen û polietilen ji % 30 yê pêdiviya Tirkiyê li vê derê bê çêkirin. Ev jî tê vateya ku wê 1.4 mîlyar dolar pere di nava Tirkiyê de bimîne.

Tesîsa petrokîmyayê jî bi sermaya 4 mîlyar dolarî, dê her salê 2.6 mîlyon ton metanol û 1 mîlyon ton olefînê sivik hilberîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin