Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 20 TIR alîkarî ji Rojava re sand

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 20 TIR alîkarî ji Rojava re sand

PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand, karwaneke alîkariyên mirovî bo Rojavayê Kurdistanê bi rê ketiye.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed ragihand, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 20 barhilgir ku zêdetirî 317 ton alîkariyên mirovî lixwe digire ji bo Rojava Kurdistanê dişîne.

Mûsa Ehmed daye zanîn ku ew alîkarî ji 145 ton xwarin,  20.000 betanî,  90.000 butlên avê, 9.000 qutiyên şîr, 5.000 setên şûştinê û 2 kamyon derman ku bi giştî dike  380 ton alîkariyên lojîstîkî.

Ehmed got ku wan bi rêveberiya Rojavayê Kurdistanê re li ser şandina wan alîkariyan hemahengî kiriye û ew dê li ser komkirina alîkariyên mirovî û gihandina wan bo Rojavayê Kurdistanê berdewam bin.

Mûsa Ehmed herwiha bang li xelkê Başûrê Kurdistanê jî kir ku alîkariyên xwe bi rêya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bişînin Rojavayê Kurdistanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin