PeyamaKurd – Endamê Desteya Rêveberiya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Kawe Ezîzî got, PKK wisa hizir dike ku rêkeftina ENKS û PYDê bi ziyana wê ye, loma jî hewla şikandina wê rêkeftinê û nêzîkbûnê dide.
Endamê rêveberiya ENKSê Dr. Kawe Azîzî bal kişand ser êrîşa ‘ciwanên şoreşger’ a 15ê mehê bi ser ofîsa PDK-Sê de û got, ew êrîş di demekê de hatiye kirin ku ENKS û PYDê di danûstandinan de ne û gihîştine qonaxeke girîng û nêzîkî yekrêziya siyasî bûne.
Dr. Kawe Azîzî ji BasNewsê re daye xuyakirin, danûstandinên han bi serperestiya Amerîka û alîkariya Serok Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî didomin.
‘PKK rêkeftina ENKS-PYDê di berjewendiya xwe de nabîne’
Ezîzî dibêje, “Ew êrîş di rewşeke wiha de hatiye kirin. Ev jî nîşan dide ku PKK rêkeftina ENKS û PYDê di berjewendiya xwe de nabîne û bi ziyana xwe dibîne, loma dixwaze bi êrîşên bi vî rengî rêkeftinê bişkîne. Ev jî dikeve xizmeta dijminên gelê Kurdistanê. Divê pêşiya van tiştan bên girtin.”
‘Hewlên PKKê bi ser nakevin’
Serkirdeyê ENKSê dide zanîn ku hewlên PKKê yên têkdana rêkeftina hêzên kurdî bi ser nakevin, çimkî hinek kes li nav PYDê de bi cidî dixwazin nêzîkî ENKSê bibin û bi hev re Rojavayê Kurdistanê birêve bibin. Ev jî cihê dilxweşiyê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin