Vîza bo navbera Iraq û Îranê rabû

Vîza bo navbera Iraq û Îranê rabû

PeyamaKurd- Serokê Îranê Hesen Rûhanî bo hevdîtinan bi Bexdayê re bike çû Iraqê. Di hevdîtinan de bi Bexdayê re li ser 5 mijaran lihev kirin û di wan mijaran de peyman îmze kirin. Di nava peymanan de petrol, bazirganî, tenduristî, ragihandin û mijara vîzeyê hebû.

Li gor ragihandina mekteba serokwezîtiya Iraqê ku bi nivîskî peyamekî da çapemeniyê, di merasima îmzeya peymanan de her dû rêvebir Hesen Rûhanî Adil Abdulmehdî amade bûn. Rûhanî bi serokê Iraqê bi Berhem Salih re jî hevdîtinekî kir û herkes li bendêye ku here Necefê da bi Ayetullah Sîstanî û rêvebirên din yên olî re hevdîtnan pêk bîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin